Letif Ferec: Piştgirî ji bo Partiya Çepên Kesk erkê hemû Kurdane

Xelkên Başûrê Kurdistanê jî piştgiya xwe ji bo Patiya Çepên Kesk diyar kirin. Nivîskar, rojnamevan û Mamostayê Olî ên Başûrê Kurdistanê diyar kirin ku degdan ji bo Partiya Çepên Kes erkê hemû Kurdane û gotin: “Bi yekîtiyê wê zilma li ser Kurdan were têkbirin.”

Ji Başûrê Kurdistanê gelek piştgirî ji bo Partiya Çepên Kesk têne dayîn.

Nivîskar û rojnamevan Letif Ferec derbarê mijarê mirxandin kirin ..

Letif Ferec piştgiriya xwe ji Partiya Çepên Kesk re nîşan da ..

Ferec da zanîn ku piştgirî dayîn vê partiyê erkekê netewî ye li ser milê hemû Kurdan e..

Şaduman Mela Hesen: Hilbijartin wê çarenûsa Tirkiyê diyar bike

Çavdêrê Siyasî Şaduman Mela Hesen jî da zanîn ku ev hilbijartin wê çarenûsa gelên Tirkiye diyar bike..

Mela Hesen diyar kir ku kesê baweriya wan bi aştî tê bila dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk..

Da ku zilma li ser Kurdan bi dawî bibe..

Çalakvanên Helebce: Yekîtî wê deriyê zindanan jî werin vekirin

Çalakvanên Helebceyê jî bi heman armancê nêrînên xwe anîn ziman ..

Çalakvanan eşkere kir ku Kurd bi yekitiyê dikarin encamên pir baş bi dest bixin ..

B wê yekîtiyê dikarin serokên xwe ji zindanê derxin.

Mela Ebdulkerîm Yasîn: Divê Kurd piştgiriya Partiya Çepên Kesk bike

Mamostayê Olî Mela Ebdulkerîm Yasîn yê ji Hewlêrê jî derbarê giringiya hilbijartinê de ji Rojnews re axivî.

Mela Ebdulkerîm diyarkir ku hilbijartinên Tirkiye ji bo gelê Kurd derfeteke mezine lewma pêwîste hemû Kurd bi yekgirtinek xurt piştgiriya Partiya Çepên Kesk bike.

Back to top button