Nûnerên Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Omer û Şiyar Elî, li Stockholmê bi Partiya Çepgir a Swêdê re civiyan. Di civînê de, aloziya Sûriyê binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û girtiyên DAIŞ’ê hatin nîqşkirin.
Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Ewropayê Ebdulkerîm Omer û nûnerê Rêveberiya Xweser ê Skandînavyayê Şiyar Elî duh li avahiya parlamentoya Swêdê ya li paytext Stockholmê bi Partiya Çepgir a Swêdê re civiyan.
Nûnerên Rêveberiya Xweser bi berdevkê Komîteya Têkiliyên Derve yê Partiya Çepgir a Swêdê Hokan Sveneling, endama Komîteya Têkiliyên Derve ya parlamentoyê Lotta Fornarv û berpirsa têkiliyên navneteweyî ya partiyê Ekbun Alp re civiyan.
Li gorî malpera Rêvebeiya Xweser, di civînê de hewldanên normalîzekirina têkiliyên di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de û vegerandina Sûriyê li Komkara Erebî hatin nîqaşkirin.
Nûnerên Rêveberiya Xweser diyar kirin ku ew piştevaniyê didin rola Ereban a ji bo bidawîkirina aloziya Sûriyê û da zanîn ku bêyî beşdarbûna hemû aliyên sûrî, çareseriya siyasî pêk nayê.
Nûneran, insiyatîfa Rêveberiyê ya ji bo çareseriya siyasî li Sûriyê ji aliyên Swêdê re şîrove kir.
Aliyên Swêdê: Em piştgiriyê didin çareseriya siyasî a li gorî biryara ny
Aliyên Swêdê jî diyar kir ku ew piştgiriyê didin çareseriya siyasî ya li gorî biryara NY ya jimar 2254’an.
Di hevdîtinê de behsa sûcên qetilkirin, revandin, girtin, tecawizan, wêrankirin û talankirina deverên dîrokî, guhertina demografiyê û êrişên rojane yên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî sivîl û şervanên QSD’ê hat kirin.
Her wiha îşaret bi astengiyên siyasî, aborî, ewlehî û mirovî yên li pêşberî Rêveberiya Xweser, xetereya çeteyên DAIŞ’ê yên li girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û malbatên wan ên li kampên Hol û Roj hat kirin.
Her du aliyan teqez kir ku divê civata navneteweyî erkên xwe bi cih bîne, piştgiriyê bide Rêveberiya Xweser û darizandineke adil ji bo DAIŞ’iyan pêk were.
https://youtu.be/p0u1gBjrnWk



