Dagirkeran 12 caran bi obus, tank û çekên giran êriş kirin

HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker di 10 û 11’ê Gulanê de Qadên Berxwedanê 12 caran bombekirin. Li aliyê din dewleta Tirk a dagirker duh li navçeya Licê operasyona leşkerî da despêkirin. Hemwextî operasyonan li Gundê Bamiynê bi ser gelek gundan de hate girtin û 2 kes hatin binçavkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek parvekir.

HPG’ê ragihand ku êrişên dagrkeran ên li hêrêma Zapê dewam dike û wiha got:

“10’ê Gulanê dagirkeran bi obus, tank û çekên giran li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dan û hêzên me jî ji bo parastina xwe li dagirkeran dan.

Di heman rojê de dagirkeran êrişî Qada Berxwedanê ya Girê FM kirin û li wir jî bersiva dagirkeran hate dayîn.

Her wiha dagirkeran hewl dan êrişî çepera me ya berxwedanê ya li Sîdayê bikin.

Hêzên me li vir li kepçeyekê dan.”

HPG’ê ragihand ku dagirkeran 12 caran bi obus, tank û çekên giran êriş kirin.

Dewleta Tirk li Lîcê operasyon da despêkirin

Li aliyê din dewleta Tirk a dagirker duh li gundê Bamiynê yê navçeya Licê ya Amedê operasyona leşkerî da despêkirin.

Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî yên hatin bidestxistin, piştî operasyonê li herêma ku şer lê qewimî ji hewayî û bejahî liv û tevger didome.

Artêşa Tirk bi ser malan de girtin û 2 kes binçavkirin

Li aliyekî operasyon berdewam dike li aliyê din li Gundê Bamiynê bi ser gelek gundan de hate girtin.

Di serdegirtinên malan de welatiyên bi navê Salîh Tektaş û Enes Tektaş hatin binçavkirin.

Back to top button