PIŞTÎ BIBINKETINA ASTANA YA GERA 12EMÎN, GERA 13EMÎN DI MEHA BÊ DE DEST PÊ DIKE

Piştî 12 gerên bibinketî yên danûstandinên ASTANA’ê der barê aloziya Sûrî de, gera 13emîn di meha bê de dest pê dike.

Wezareta Derve ya Kazexistanê ragihand ku danûstandinên gera 13emîn a Astanayê 1 û 2’ê meha bê de dest pê dike.

Wezaretê diyar kir ku danûstandin wê li paytexta Kazexistan li Nûr Sultan werin lidarxistin.

Di danûstandinan de dewletên garanto an ku Îran. Rûsiya û Tirkiye beşdar bibin.

Her wiha Lubnan û Iraq jî wê weke çavdêr beşdar bibin.

Li gorî wezareta Derve ya Kazexstanê wê naveroka vê gerê, weke her tim Aloziya Sûrî, çareseriya Siyasî û Komîteya Destûrî be.

25 û 26 Nîsana borî danûstandinên Astana ya 12emîn bi encamên binketî bidawî bû.

Piştî bidawîbûna gera 12emîn di 30’ê heman mehê de Rejîma Sûrî bi biştevaniya balafirên şer ên Rûsiyayê yekser dest bi operasyonên lieşkerî li dijî çeteyên li gundewarên Idlib û Hemayê kir.

Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ji dema bibinketina gera 12emîn a Astanayê şer gurtir bû û heta niha zêdetirî 2 hezar û 535 kuştî û 500 hezar koçber hene.

Leave a Reply

Back to top button