HPG: Eger malbat bixwaze em ê cenazeya Nacî Kaygisiz radestî wan bikin

HPG’ê ragihand ku cenazeyê leşkerekî Tirkiyê di destê wan de ye û got eger malbat bixwaze ew dikarin radestî wan bikin.

Navenda Ragihandina HPG’ê der barê mijarê de daxuyaniyek da û got:

Dewleta Tirk leşkeran ji bo parastina desthilatdariya xwe bi kar tîne.

Mirina leşkeran ji bo wî ne xem e.

Bi durûtiyeke mezin kuştina wan ji raya giştî vedişêre.

Ne tenê vedişêre, wan li ortê dihêle, dirzîne û nade malbatên wan.

Bila gel bizanibe ku gerîla derbên giran li dagirkeran didin.

Me 7’ê Tîrmehê kuştina 2 leşkerên Tirk li Girê Amediyê ragihandibû.

Yek ji wan Nacî Kaygisiz bû û cenazeyê wî di destê me de ye.

Ev leşker ji hêza taybet a Tirk e û mirina wî ji raya giştî hatiye veşartin.

Me berê jî gotibû, niha jî dibêjin dagirker xwedî li cenazeyên xwe dernakevin.

HPG’ê bang li malbata Nacî kir ku eger cenaze dixwazin ew ê radestî wan bikin û got:

Malbata wî dikare bê navçeya Amediyê ya Dihoka Başûrê Kurdistanê û bi rêya sivîlan dikare têkiliyê bi me re deyne.

Back to top button