Li Hindistanê 16 kesan jiyana xwe ji dest da û 63 jî birîndar bûn

Li herêma Keşmîr a Hindîstanê ji ber barana zêde lehî rabûye.
Di encamê de heta niha 16 kesan jiyana xwe ji dest daye û 63 jî birîndar in.

Çend roj in, ji ber li HIndistanê baran zêde dibare, lehî rabûye.

Ev lehî taybet Li herêma Keşmîr e.

Ajansa AFP’ê ragihand, di encama lehiyê de heta niha 16 kes jiyana ji dest daye û 63 kes birîndar bûne.

Ji bilî van qurbanan, hat gotin, agahî ji 40 kesan nayê girtin û winda ne.

Xebatên hêzên ewlekariyê yên lêgerîn û rizgarkirinê li herêmê dewam e.

Di meha Gulan û Hezîranê de jî lehî rabûbû û hingî jî zirerên madî û canî çêbûbûn.

Back to top button