Çeteyên Tirkiyê hewl dan di aliyê Til Temir de pêş de werin, lê hewldana wan têk çû û li pey xwe kuştiyên xwe hiştin û reviyan.
Çeteyên artêşa Tirk a dagirker ên li gundê Qasimiyê yê bakur-rojavayê Til Temirê hewl dan ber bi gundê Um El-Kêf ve pêş de werin.
Şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bersiva hewldanê da û di encam de şer derket.
Şervanan derbên giran li çeteyan da, kuştî û birîndarên wan çêbûn, lewma neçar man paş de vegerin û cenazeyên xwe li dû xwe bihêlin.
Çeteyên dagirker hemwextê êrîşa li ser Til-Temir gundên Malikiyê û Merenaz ên navçeya Şerayê jî topbaran kirin.