Li Başûrê Kurdistanê alîkariyên ji aliyê Tevgera Azadî ve hatibûn komkirin, radestî Heyva Sor a Kurdistanê hate kirin.
Tevgera Azadî, alîkariyên ji bo mexdûrên erdhejê li Silêmaniyê hatine komkirin, radestî Heyva Sor a Kurdistanê kirin.
Hevseroka Tevgera Azadî Tara Hisên daxuyaniyek da û got: “Ji ber ku Heyva Sor a Kurdistanê alîkariyên hatine komkirin, digihîne mexdûrên erdhejê, em spasiya wan dikin.”
Rêveberê Ofîsa Heyva Sora ya Kurdistanê Xesan Hesen jî axivî û got: “Bi komkirina van alîkariyan, Tevgera Azadî dilsoziya xwe ya nîştimanî nîşanda.”
Li Silêmaniyê Komeleya Hêvî ya Qurbaniyên Şer alîkariya ji bo mexdûrên erdhaja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê li Kerkûkê komkirî radestî Heyva Sor a Kurd kir.
Li Ranya alîkarî radestî Heyva Sor a Kurd hate kirin
Alîkariya li navçeya Ranya ya ser bi Îdareya Raperînê ji bo mexdûrên erdhejê hatî komkirin îro radestî Heyva Sor a Kurd hate kirin.
Komîteya Komkirina Alîkariyê diyar kir ku di kampanyayê de 11 milyon û 7 hezar dînarê Iraqî, 400 dolar û barhilgirek pêwîstiyên jiyanî hatin komkirin.