Li peravên Safakesê ya Tunisê 39 koçber mirin

Rêwitiya bi dehan koçberî ya bi xeyalên jiyaneke xweş li nava pêlên deryaya spî bi dawî bû. Herî kêm 39 koçber li peravên Sefakesê ya Tunisê xeniqîn.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastina Tunisê li nêzî pevanên Sefakes ê başûrê Tunisê 2 keştiyên ku di seatên şevê de ketîn rê binav bûn.

Piraniya rêwiyan ku ji Sahra Jêr a Efrîqiyê ne dixwestin bi rêyên qaçax derbasî Ewrûpa bibin, bûn.

Berdevkê Wezareta Parastina Tunisê Mihemed Zikrî eşkere kir ku Parazvanên Behrê 165 koçber rizgarkirine û lêgerîna kesên din ên winda hîn didome.

Wezaretê ragihand ku 4 zarok û 9 jin di nav de herî kêm 39 koçber xeniqîne.

Back to top button