Çete kevirên goristanan derdixin û pê nuqteyên xwe ava dikin

Çeteyên dewleta Tirk li Girê Spî kevirên goristanan derdixin û pê nuqteyên xwe ava dikin.

Artêşa dagirker û çeteyên xwe baregehan ava dikin.

Çete kevirên goristanan radikin ji bo avakirina nuqteyan bi kar tînin.

Ev dîmen jî yên gundê Kefîfa yê rojavayê Girê Spî ne…

Weke di dîmenan de jî diyar dibe çete kevirên derdora goristana gund radikin û bi wan nuqteyan ava dikin.

Heya niha 33 nuqte û 5 baregehên leşkerî li gundên Eyn Îsa û gundên Girê Spî hatine avakirin.

Ji van nuqte û baregehan êrîşan dibin ser sivîlan.

Back to top button