QSD’ê: Daxuyanîya Wezareta Parastinê a Tirk dûrî rastiyê ye

QSD’ê, têkildarî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirkiyê li ser karê wan ê sala 2021’ê û destnîşan kir ku daxuyanî û bîlançoya hatiye eşkerekirin dûrî rastiyê ye.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê a têkildaîr mijarê de wiha hat gotin,

“Roja 8’ê Adarê Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker, der heqê karên wan ên sala 2021’ê de daxuyaniyek weşand. Di vê daxuyaniyê de bîlançoyek hat weşandin û hêzên me weke rêxistina terorîst a DAIŞ hatiye nîşandan, ku ev kom di encama şerê mezin ya berxwedanê ku hêzên me dane meşandin de, di aliyê erdnigarî de hat têk birin. Daneyên ku di vê bilançoyê de hatine dayîn ji rastiyê dûr in. Ev daxuyanî û bîlanço dewama karên şerê taybet ên dewleta Tirk a dagirker in û derewke mezin e.”

Back to top button