Şervanê QSD’ê Îsmaîl Elîsa bi nasnav Murad Elreqa dema li ser erka xwe bû şehîd bû.
Bi sedan şêniyên navçeya Keramê ya Reqayê piştî wergirtina cenazeyê şehîd bi karwanekî ber bi goristana şehîd Sêvdar ve ketin rê.
Li goristanê piştî merasîma leşkerî axaftin hatin kirin.
Di merasîmê de nasnameya 7 şervanên QSD’ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûne hate eşkerekirin.
Navên şehîdan wiha ne
Mihemed Elebdellah bi nasnav Raid Kerama
Fadî Elexres bi nasnav Agirî
Mihemed Elhemed bi nasnav Mihemed
Elî Elmehmûd bi nasnav Qemer Cewheriye
Telal Mehmûd bi nasnav Zagros
Xelîl Elhesen bi nasnav Restem
Û Hemed Elqati bi nasnav Qendîl Herat
Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd di nava silogana de hate oxirkirin.