Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Cizîrê konfransa xwe ya 3’emîn, di bin diruşmeya ” Bi rihê ciwantiya Viyan û Nûjyanan, emê şerê azadiyê bi ser bixînin”, li Qamişlo li dar xist.
Konfransa li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê a Qamişlo hat lidarxistin.
500 delegeyên ji Kongra Star, Hêzên ewlekariyê yên jin û nûnerên gelek saziyên din, beşdarî konfransê bûn.
Di konfransê de kar û xebatên yekîtiyê û rewşa jinên ciwan li Rojava, hatin nirxandin û gelek axaftin hatin kirin .
Her wiha bal hat kişanin ser giringiya xwe-rêxistinkirina jinên ciwan û bi taybet li hember êrişên li ser herêmê.
Dawiya konfransê meclisa yekîtiyê ya herêma Cizîrê hat hilbijartin û gelek biryar hatin girtin.
Ji wan biryaran;
Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Ocalan çalakiyên xurt werin lidarxistin, xebatên jineolojiyê werin xurtkirin, berfirehkirina kar û xebatên çand û hunera jin.
Û her wiha têkoşîna li hemberî hemû rengên êrişên li ser herêmê û şerê taybet.