Şandeya Emerîka li ser rêya Tirkiyê ye

Cigirê Serokê Dewletên Yekbûyî yê Emerîka Mike Pence ji bo goftugokirin û rawestandina êrîşên dagirkeriya dewleta tirk yên li ser bakur û rojhilatê Sûrî serdana tirkiyê dike.

Ev serdanên Emerîka ji bo dewleta tirk di demeke pir hesas de pêk tên.

Bi taybetî piştî biryara serokê Emerîka ya vekişîna leşkerên xwe ji sînorê tirkiyê, rêveberiya Trump rastî bertekên tund hatibû.

Di heman demê de Pence jî ket li ser rêya tirkiyê.

Niha jî tê payîn ku di hevdîtina di navbera Cigirê Serokê Emerîka Mike Pence û Tirkiyê de rawesdandina dagirkeriya dewleta tirk a li bakur û rojhilatê Sûrî were nirxandin.

Ji aliyê din ve nameya Trump a ji Erdogan re şandibû û tê de gotibû, ‘Bê aqil nebe, were em li hev bikin’ di çapemeniyê de belav bû.

Ev name piştî zextên ku di kongreyê de li ser Trump hatibû wî hatibû, bi endamên kongreyê re parvekir.

Leave a Reply

Back to top button