Vegera ji bo Şengalê ji wargehê li Herêma Kurdistanê bê navber dewam dike.
86 malbatên koçber ku ji 487 koçberên Êzidî pêk dihat, ji wargeha Şariya ya ser bi Dihokê vegeriyan Şengalê.
Ji malbatên Êzidî ku di dema êrişa çeteyên DAIŞ’ê de koçî Başûrê Kurdistanê bibûn,
86 malbatku ji 487 koçberên Êzidî pêk dihat, vegeriyan ser cih û warên wan ên li Şengalê.
Piraniya van malbatan xelkê Xanesorêne û piştî zêdetirî 9 salên koçberiyê bi axa xwe şad bûn.
Rêveberê navçeya Sinûnê Xwedêda Çukê da diyarkirin ku wê vegera malbatan berdewam be.
Ji bilî vegera li ser cih û warên xwe ti çareyek din a xelkê nîne, lewma vedigerin Şengalê.



