Wisan xuya dike ku şerê li Ûkrayna, wê di demek kin de bidawî nebe. Nîşaneya vê yekê ya sereke çeteyên kirêkirî yên Rûsya û Tirkiye yên ku ev bisalanin Sûriye wêran kirîn, niha li ser rêya Ûkrayna ne. Tê gotin ku bêtirî 40 hezar ji van çeteyên kirêgirtî yên li Sûriyê, ji bo li gel Rûsyayê di şerê Ûkrayna de cih bigrin navê xwe nivîsîne. Ajansa AFP’ê jî ragihand ku çeteyên dewleta Tirk yên li Sûrî, ji bo li dijî Rûsya şer bikin, ew jî amadekariyên ketina ser rê dikin.
Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan ku navenda xwe li Londonê ye, ragihand ku çeteyên Sûrî xwe amade dikin tevlî leşkerên Rûsî bibin û di şerê li Ûkrayna de cihê xwe bigrin.
Koşka Kremlînê bi daxuyaniyekê hefteya borî gotibû, dilxwazên ji bo şer li kêleka Rûsyayê li Ûkraynayê şer bikin, amade ne bên pêşwazîkirin.
Rêveberê Çavdêriyê Ramî Ebdulrehman got:
“Bêtirî 40,000 Sûriyan heta niha navê xwe nivîsandine ku ji bo şerê li Ûkrayna de li kêleka Rûsya şer bikin.
Ji van serlêdana 22 hezar kesî hatiye erêkirin.”
Li gorî agahiyên ku çavdêrî û çalakvanan parvekirine, kesên li Ûkrayna şer bikin, serî li navendên Rûsya yên li Sûrî dane.
Ji bo nivîsîna navan jî gelek navend li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de hatine vekirin.
Hate diyarkirin ku kesên navê xwe nivîsandine, alîgirên hikumeta Şamê ne, di wanê şer de xwedî tecrube û beşek zêde ya wan ji aliyê Rûsya ve hatine perwerdekirin.
Çavdêriyê diyar kir ku 18,000 kesên din bi rêya Partiya Beis a desthilatdar navê xwe nivîsîne.
Ev çekdar wê ji aliyê Koma Wagner ya ku kompanyayeke leşkerî ya taybet a Rûsî ye û tê gotin ku girêdayî Kremlînê ye werin hilbijartin.
Lê hikumeta Şamê tevî van agahiyan, îdia dike ku ti leşker yan alîgirên Rûsya yên li Sûrî navê xwe ji bo şerkirina li Ûkrayna ne nivîsîne.
Lê, tê zanîn ku çekdarên kirêgirtî ji Sûriyê beşdarî şerê li herêmên weke Lîbya û Qerebaxê bûne.
Koma mafê Mirovan jî dibêje, ji ber bêkariya li herêmên dibin kontrola hikumeta Şamê de, hejariyek zêde heye.
Ji ber vê yekê kesên li vir berê xwe didin şerê li Ûkrayna.
Di demekê ku alîgirên Rûsya û Şamê diçin de, ma wê yên Tirkiye qet bêdeng bimênin.
Ajansa AFP ragihand ku ji bo çeteyên Tikriye li Ûkrayna şer bikin serlêdan kirine.
Çeteyekî dewleta Tirk ji ajnasê re got,
Ji bo ew li Ûkrayna şer bike, 3 hezar dolar pêşkêşî wî hatiye kirin.
https://youtu.be/0LbnAqjEpoc



