Artêşa Tirk gundên Şehbayê û Şêrawa , Til Rifet topbaran kir

Careke din dewleta qirker berê topên xwe da herêmê. Vê sibehê Dagirkeran Gundên Şehbayê topbaran kirin .

Danê sibehê dewleta tirk a dagirker gundên Nêrebiyê ,Zîwan ,Til cenîn û Til medîq topbaran kirin .

Duh derengiya şevê jî dagirkeran derdora navçeya Til Rifetê ya Şehbayê û navçeya Şêrawayê topbaran kirin.

Taybet gundên Aqîbê, Bênê, Dêr Cemal, Ziyaretê û Soxanekê.

Hat ragihandin Di topbarana li ser gundê Ziyaretê de du leşkerên hikumeta Şamê mirin û 2 jî birîndar bûn.

Hat zanîn ku nêzî 100 guleyên obîsan li gundên navborî ketinr.

Di vê çarçoveyê de Gundên Tewîla û Til Tewîl yên asûrî yên dikevin rojavayê navenda navçeya Til Temirê jî derengiya şevê rastî êrişan hat.

Back to top button