Li Efxanistanê 7 leşker hatin kuştin û 6 kes birîndar bûn

Wezareta Parastinê ya Efxanistanê ragihand ku li dijî leşkerên baregeha wan êrîşeke çekdarî pêk hat û di encamê de 7 leşker hatin kuştin.

 

Wezareta Parastinê ya Efxanistanê Ragihand ku li nêzî sînorê Ozbekîstanê komeke çekdar êrîşî baregeha leşkerî ya hevbeş a li herêma Dolet Abad a li wîlayeta Belix kir.

Wezaretê diyar kir ku di encama êrişê de 7 leşkerên Efxan hatin kuştin û tevî 3 leşker û 3 karmendên rêveberiya ewlehiyê ya neteweyî 6 kes birîndar bûn.

Lê belê berdevkê tevgera Talîban Zûbeyhallah Mûcahid da xuyakirin ku di encama êrîşê de tevî fermandarekî 20 leşker hatine kuştin.

Mûcahid li ser Twitterê xwe jî diyar kir ku wan 6 leşker kuştin û 4 kesên din dîl girtin û baregeha leşkerî jî kontrol kirin.

 

Leave a Reply

Back to top button