Artêşa dagirker gundên Eyn Îsa û rêya M4 topbaran kirin

Êrîş û topbarana dewleta Tirk li ser navçeya Eyn Îsa û derdora wê ranawestin û duh dagirkeriyê dîsa bi topan gundewarên navçe û rêya M4 kirin armanc.

Artêşa Tirk a dagirker û komikên xwe yên çete duh êvarî dîsan gundên Hoşan, Xalidiyê û Xwaringeha El-Seqir ên navçeya Eyn Îsayê û her wiha rêya M4 bi çekên giran topbaran kirin.

Artêşa dagirker hemwextê topbaranê jî, nêzî gundê Dibis û li ser xeta gundê Xalidiyê satiran ava dike.

Back to top button