HÊZÊN REJÎMÊ GUNDEWARÊN HEMA Û IDLIBÊ BI DIJWARÎ TOPBARAN KIR

Hêzên rejîma Sûrî herêmên gundewarê Hema, Idlib û Helebê topbaran dike.

Topbaran li herêmên Litamine û Sermaniyê yên gundewarê Hemayê, herêmên Skîk a gundewarê başûrê Idlibê pêk hat.

Her wiha hêzên rejîmê herêmên Raşidîn û Zemar ên gundewarê başûrê Helebê da ber topan.

Di encamê de ziyanên maddî çêbûn.

Li gorî çavdêriyê ji ber topbaran herdu aliyan heta niha 152 sivîlan jiyana xwe ji dest daye..

Her wiha ji hêzên rejîmê 67 û 50 jî ji komên çete hatine kuştin.

Leave a Reply

Back to top button