ÇETEYÊN DEWLETA TIRK ÊRIŞÎ NAVENDÊN MECLISA LEŞKERÎ YA MINBICÊ KIRIN

Dewleta Tirk a dagirker, hêzên xwe li ser sînorê bajarê Minbicê zêde dikin..

Çeteyên wê jî navendên parastinê yên Meclisa Leşkerî dikin hedef.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk beriya vê sibê bi çekên giran êrişî navendên şervanên wan kirin..

Êrişa çeteyan li ser sînorê xeta Ava Sacûrê pêk hat û nêzî nîv saetê dewam kir..

Navendê ragihand ki piştî êrişê, rewşa li herêmê niha aram e..

Ji aliyê din ve hat zanîn, li gundê El-Mehsenlî yê di bin dagirkeriya dewelta Tirk de, çûn û hatin li sivîla hatie qedexekirin..

Çeteyên dewleta Tirk gelek caran ji vî gundî êrişî çeperên Meclisa Leşkerî ya Minbicê dikirin.

Leave a Reply

Back to top button