Teqezî bi çareserkirina Aloziya Sûriyê li gorî 2254 hat kirin

Meclisa Hevgirtina Kendavê û DYA’ê jî bi daxuyaniyeke hevbeş gotin ew pabendî çareserkirina aloziya Sûriye li gorî biryara Meclisa Ewlehiyê ya NY’ê ya bi hejmar 22-54 in.

Doh Wezîrên derve yên dewletên Meclisa Hevgirtinê yê Kendava Erebî civîneke wezîran a hevbeş bi DYA’ê re li dar xist.

Di encama civîna hevbeş a wezîrên Meclisa Hevgirtinê ya Kendavê û DYA’ê de, daxuyaniyek hat dayîn.

Di daxuyaniyê de her du aliyan careke din destnîşan kirin ku pabendî dîtina çareseriyeyeke siyasî ya aloziya Sûriyê ne, bi şêwazekê ku yekitiya Sûriyê û serdestiya wê diparêze, hêviyên gelê wê pêk tîne.

Ajansa Rûsya El-Yewm da zanîn ku wezîran, hewldanên dewletên ereban ji bo çareserkirina aloziyê bi rêbazê “gav bi gav” li gorî biryara 2254 û civîna şêwiriyê ya Emanê bi erênî nirxandin.

Wezîran piştgiriya xwe ji bo hêzên amerîkî û hêzên koalîsyonê yên ku şerê DAIŞ’ê li Sûriyê dikin piştrast kir û hemû kiryarên ku metirsiyê didin ewlehiya van hêzan, şermezar kirin.

Wezîran teqezî bi girîngiya amadekirina rewşê ji bo vegerandina koçber û penaberan li gor pîvanên Komîseriya Bilind a Karên Penaberan a NY’ê.

Li Erebîstana Siûdî civîna têkoşîna li dijî DAIŞ’ê

Back to top button