Kongra Star a Şamê diyar kir ku jinana bi saya fikrê Rêber APO xwe naskir û ev fikir îro li Bakur û Rojhilatê Sûrî ketiye meryetê û ji hemû jinan re bûye hêvî.
Ji bo danesîna nerîna Rêber APO ji rola jinan di pêşxistina civakê de û rizgarkirina civakê ji hişmendiya mêr serwer kongra star semînerek li şamê lidarxist.
Bi dehan jin ji pêkhatiyên kurdî û erebî tevlî semînerê bûn
Semîner ji milê Kordînasiyona Kongra Star Berçem Yûsiv û Berdevka Kongra Star Newroz Xelîl ve hate bi rêvebirin .Berçem Yûsiv balkişand li ser bandora fikê Rêber Apo û got:
Niha bi saya fikrê Rêber Abdullah Ocalan Şoreşa jin ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû nimûne ji tevahî jinên cîhanê re ,guhertin çêbûn û gelek gav hatin avêtin .
Jin êdî roleke wê ya sereke di birêvebirina civakê de heye û beşdarî hemî qadan bûye.”
Di dawiya semînerê de hate diyar kirin ku di civakê de ger jin ne azad be , ew civak azad nabe .