Başûr-2 çeteyên DAIŞ’ê hatin binçavkirin

Dezgaha Asayişa Başûrê Kurdistanê raghand: 2 çeteyên DAIŞ’ê hatine binçavkirin.

Dezgehê têkildarî binçavkirina 2 çeteyên DAIŞ’ê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

“Hikûmeta Iraqê me agahdarkirin ku 2 çeteyên DAIŞ’ê ji yasayê reviyane.

Di derbarê wan de lêgerîn heye.

Bi mebesta xwe veşartinê berê xwe dane Başûrê Kurdistanê.

Me jî li ser bingehê wergirtina van agahiyan xebata xwe da meşandin.”

Têkildarî binçavkirina çeteyên DAIŞ’ê û nasnameya wan, desteyê ev raghand:

Hêzên me bi alîkariya Rêveberiya Asayişa Germiyanê,

Di şeva 7’ê Hezîranê de herdu çeteyên DAIŞ’ê binvçavkirin.

Piştî bidawîbûna rêyên hiqûqî wê radestî desthilata dadgeriyê ya Iraqê bên kirin.”

Back to top button