HPG’ê bîlançoya şer a meha Sibatê eşkere kir

Di Sibatê de li ser banga KCK`ê gerîlayan çalakiyên leşkerî yên aktîf dan rawestandin.
Lê dewleta Tirk a dagirker êriş girantir kirin..
142 caran bi fosforê, bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî, bi sedan caran jî bi balafir, helîkopter û çekên giran êriş birin ser gerîla.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bîlançoya şer a meha Sibatê eşkere kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“KCK’ê, piştî erdheja 6’ê Sibatê ji bo piştevanî û pêçandina birînên gelên me bang kir ku çalakiyên leşkerî bê rawestandin ..

Fermandariya me ya Biryargeha Navenda Parastina Gel bi daxuyaniyekê ragihand ku wê vê biryarê bixe meriyetê.

Hêzên me li gorî exlaqê civakî û nirxên mirovahiyê , di vê pêvajoya zehmet de berpirsyariya xwe bi cidiyet bi cih anî.

Lê artêşa Tirk , ji roja ku me daxuyanî da û pê ve rawestandina êrîşên li ser hêzên me li aliyekî, êrîş girantir kir.

HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk ku qîma xwe bi banga agirbestê neanî, çeperên berxwedanê yên gerîla bi çekên kîmyewî bombe kir.

Bi taybetî rojên dawî bi bombeyên fosforê û çekên kîmyewî êrîşê dibe ser çeperên berxwedanê yên li Zapê.

Di encama van êrîşên artêşa Tirk e 9’ê Sibata 2023’an li herêma Zapê hevrêyê me Mazlûm Derşewî şehîd bû.

Bi destê Rejîma AKP-MHP’ê ku artêş di bin fermandariya wan de ye li Zapê sûcên şer, sûcên li dijî mirovahiyê dike.

Rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst ku ji bo qirkirina Kurdan , careke din nîşan da ku dijminê gelê Tirkiyeyê ye, dijminê gelan hemûyan e.

HPG:Gerîla 47 caran bersiva êrişan da 18 dagirker hatin kuştin

HPG’ê destnîşan kir ku gerîla ji bo karibin li hemberî êrîşên giran xwe biparêzin 47 caran bersiva pêwîst dan. Di çalakiyên bersivdayînê de 18 dagirker hatin kuştin ..

Têkoşîna me ku bi fedakariya gelê me yê mezlûm û bi keda mezin a şehîdên me gihîşt vê astê.

Wê bi daxwaz û biryardariyeke mezin dewam bike.

Hêzên me yên gerîla wê di vê pêvajoyê de bi erk û berpirsyariya xwe rabin.

Lê belê li hemberî êrîşên tunekirinê jî wê xwe biparêzin û bersiva pêwîst bidin.

HPG: Dewleta Tirk 1137 caran êrişî qadên Gerîla kirin

Li gor HPG’ê bîlançoya şerê mehekê yê navbera 1’ê Sibatê û 28’ê Sibatê bi vî rengî ye:

Qadên Berxwedanê, Herêmên Parastinê yên Medyayê 30 caran bi balafirên şer û 18 caran jî bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Her wiha 874 caran bi obus, hawan, tank û çekên giran hatin bombekirin.

Çeperên Berxwedanê yên Gerîla 142 caran bi topên ji fosforê, bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Back to top button