25`ê Kanûnê ango (sibê) cejna Noelê ye.
Meclisa Giştî ya PYD`ê cejna Noelê li xiristiyanan pîroz kir û hêvî kir ku cejna Noelê bibe destpêka pêvajoyeke nû.
Peyama PYD`ê a pîrozbahiyê wiha ye:
Bi boneya rojbûna pêxember Îsa û cejna sersalê, em xwişk û birayên xwe yên xiristiyan, gelê me yê Kurd û tevahiya pêkhateyên Sûriyê pîroz dikin.
Bi vê boneyê em girîngiya jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên gelê me de, piştrast dikin.
PYD`ê di peyama xwe de bang li tevahiya gel û pêkhateyên Sûriyê kir ku yekitiya xwe ya nîştimanî biparêzin û jiyana hevbeş xurt bikin.
Her weha, em hêvî dikin ku cejna Noelê û sersala nû bibe destpêka pêşerojeke nû.



