Malbatên Şehîdan komplo û bikaranîna çekên kimyewî şermezar kirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo komploya navneteweyî û bikaranîna çekên kîmyewî şermezar kir.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo bi nêzîkbûna salvegera 25’an a komploya li dijî Rêber Apo û bikaranîna çekên kîmyewî daxuyaniyek da.

Destpêka daxuyaniyê, bal hate kişand li ser komploya navneteweyî a dijî Rêber Apo û ev bang hate kirin.

“Em bang li civaka navneteweyî dikin ku tecîrda li dijî Rêber Apo bidawî bikin û destûr bidin ku parêzer bi rêber Apo re hevdîtinê pêk bînin.”

Di daxuyaniyê de sûcên dewleta Tirk yên bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla û helwesta sazî û rêxistinên navneteweyî şermezarkirin û wiha got:

“Li gel delîlên eşkere ku bikaranîna van çekan ji aliyê faşîzmê ve îspat dike, civaka navdewletî nikarîbû rawestîne.”

Meclisê bang li hemû aliyên peywendîdar kirin ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku kiryarên xwe yên dij-miovî bi dawî bike.

Her wiha bang li gelê kurd kir ku berxwedan û tekoşîna xwe mezintir bikin da ku hemû planên dewleta Tirk pûç bibin.

Back to top button