Joey J. Moses: Divê polîtîka tecrîdê di qada navnetewî de bê zanîn

Parêzerê ji Afrîkaya Başûr Joey J. Moses ku di nav Delegasyona Navnetewî ya li Dijî Tecrîdê de cih digire diyar kir ku têkoşîna gelê kurd rewa ye û got: “Şert û mercên tecrîdê yên li girtîgehê giran in û tecrîd li ser tevahiya civakê tê ferz kirin. Divê polîtîkayên tecrîdê di qada navnetewî de bê zanîn û vegotin ji ber ev berpirsyariya her kesî ye”

Tecrîda li ser Rêber Ocalan di rojeva kesayetên cîhanî de ye.

Parêzerê ji Afrîkaya Başûr Joey J. Moses ku di nav Delegasyona Navnetewî ya li Dijî Tecrîdê de cih digire derbarê komplo û tecrîda li ser Rêber APO ji ajansa Mezopotamyayê re axivî.

Joey J. Moses: Têkoşîna gelê Kurd û Afrîkaya Başûr dişbe hev

Joey J. Moses diyar kir ku têkoşîna gelê Afrîkaya Başûr û têkoşîna gelê kurd dişibin hev û ev nirxandin kir:

“Wek me gelê kurd jî ji bo çand û zimanê xwe biparêzin û bidin jiyîn têdikoşin.

Gelê kurd weke gelê Afrîkaya Başûr neçare çarenusa xwe ya netewî mîsoger bike.

Çawa gelê Afrîkaya Başûr neçar man ku çekê bigirin û têkoşîna azadiyê bidin, gelê kurd jî necar ma ku xwe biparêzin.

Joey J. Moses: Têkoşîna gelê Kurd rewa ye

Moses diyar kir ku têkoşîna kurdan rewa ye û weha domand:

“Mîna li Afrîkaya Başûr kî li dijî rejîmê mafên xwe biparêze, jê re ‘terorîst’ dihat gotin.

Niha wisa nêzî PKK’ê û Birêz Ocalan jî dibin.

Ji bo guhertina feraseta li vê derê, divê kampanya bên çêkirin û gotina ’em ne rêxistineke terorîst’ em rêxistineke parastinê ne were parastin.”

Joey J. Moses: Divê polîtîka tecrîdê di qada navnetewî de bê zanîn

Moses, diyar kir ku ew dibîne ku li dijî polîtîkaya şer a Erdogan helwesekî gîştî ya zelal heye û ev tişt got: “Şert û mercên tecrîdê yên li girtîgehê giran in û tecrîd li ser tevahiya civakê tê ferz kirin.

Divê polîtîkayên tecrîdê di qada navnetewî de bê zanîn û vegotin ji ber ev berpirsyariya her kesî ye.”

Moses: Divê gelên li Tirkiyê li dijî tecrîdê bi erka xwe rabin

Parêzerê Afrîkaya Başur Joey J. Moses dawî hêvîkir ku her kes taybet jî gelên li Tirkiyê li dijî tecrîda li hember Rêber Apo derkeve.

Back to top button