PAJK: Heval Viyan bi çalakiya xwe li dijî komployê bersiv da her kesî

‘Têkoşîn wê bi ruhê Viyanan heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî dewam bike’
Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê-PAJK’ê Viyan Soran di salvegera 17’an a şehadeta wê de bi bîr anî û destnîşan kir ku têkoşîna li dijî komplo û dagirkeriyê wê bi ruhê Viyanan heta azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan dewam bike.

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê-PAJK’ê ji ber salvegera 17’emîn a şehadeta Viyan Soran daxuyaniyek weşand.

PAJK’ê şehîd vîyan bibîranî û got:

“Em pêşenga xeta azadiya jinê hevrê Viyan Soran, di 17’emîn salvegera şehadetê de û di şexsê wê de tevahî şehîdên li dijî komploya li ser Rêber Apo bi dirûşmeya ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ bibîrtînin.

24 sale têkoşîna azadiyê ya li dijî komployê li ser hîmê bawerî, dilsozî û xeta şehîdên fedaî tê meşandin.

Bi berxwedaneke dîrokî hesap ji hêzên komploger tê pirsîn.”

PAJK’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de li dijî komployê balkişand li ser helwesta Şehîd Viyan û ev nirxandin kir:

“Heval Viyan Soran, bi sekneke bi biryar, bi helwest û berpirsyariya xwe ya demê di sala 2006’an de, li hemberî nûjenkirina komplo û êrîşên topyekûn yên li dijî tevgera me bi çalakiya xwe bersiv da hêzên komploger.

Weke milîtaneke jin a pêşeng, fermandar û rêveberiya partiya me pêvajo û xeteriyên li ser jiyana Rêber Apo di fikir û dilê xwe de ji kûr ve hîs kir.

Ji ber ku heval Viyan, di her kêliya jiyanê de bi Rêbertiyê re dijiya.

Bi vê berpirsyariya dîrokî li dijî komplogeran sekinî û girêdaniya xwe ya bi xeta Rêbertiyê re nîşan da.

PAJK: Wê têkoşîna me bi rihê Viyanan heta dawî bidome

PAJK’ê diyar kri ku sekna şehîd viyan îro li her dera Kurdistanê dewma dike.

Di dawî de PJK’ê teqez kir ku wê bi rihê Viyanan têkoşîna wan, ya jinan, ya ciwanan û gel heta azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê misoger bibe were meşandin.

Back to top button