Şêniyên Minbic û Tebqayê piştgiriya xwe ji Pêngava “Tolhildana Şehîdên Reqayê” re nîşan da û bang zêdekirina operasiyona kirin.
Welatiya bi navê Xedîce El Şewax diyar kir ku Dewleta Tirk ji ber ku têk çû, şaneyên xwe yên terrorîst xistin tevgerê û got:
“Em ê her destekê bidin hêzên xwe heta ku herêmê ji şaneyên DAIŞ’ê paqij bike ”
Welatiya bi navê Rama Berkel jî da zanîn ku Dewleta Tirk alîgira sereke ya şaneyên DAIŞ’ê ye û got:
Ew hewl dide gel ji projeya neteweya demokratîk dûr bixe.
Dê şêniyên Minbicê heta paqijkirina hemû şaneyên terrorist destekê bidin QSD’ê ”
Welatiyê bi navê Ednan El Heboş ê ji Tebqayê jî dibêje:
“Armanca êrişên dewleta Tirk zindîkirina şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê ye.
Li hember her erişan ema her pişgiriya hêzê xwe bikin”.