Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê Viyan Soran di 17. salvegera şehadeta xwe de hat bîranîn.
Merasîma bîranînê li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtin destpê kir.
Piştî rêzgirtinê têkildarî tekoşîna şehîd Viyan Soran Endama Meclîsa Îştar Helîm Hilalî axivî.
Helîm Xelîl : Emê heta dawî pey doza şehîdên xwe bin
Helîm Hilalî wiha got:
“Heval Viyan ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo bedena xwe da ber agir û şehîd bû.
Şehadeta her hevalekê ji bo me hem cihê xemgîniyê ye û hem jî cihê serbilindiyê ye.
Emê heta dawiyê li pey doza şehîdên xwe bin.”
Piştî axaftina Helîm Hilalî sînevîzyona ku li ser tekoşîna Şehîd Viyan Soran hat nîşandan.
Piştî sînevîzyonê merasîm bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.
Viyan Soran: Rêber Apo her car girêdan û rastgotina jinê bi me da nasîn



