Necîbe Omer: Peyama Ş.Viyan zindî ye

Îro 17’emîn salvegera çalakiya fedaî ya Fermandara YJA Starê Şehîd Viyan Soran e.
Necîbe Omer ku Ş. Viyan Soran ji nêz ve nas dike û rêhevaltiya wê kiriye,têkildarî peyama Şehîd Viyan got:
“Peyama Şehîd Viyan îro zindî ye
Lewma divê herkes di asta herî bilind de xwedî li wateya wê derkeve û li gorî wê tevbigere.”

Fermandara YJA Star Viyan Soran (Leyla Walî Huseyîn) 2’yê Sibata sala 2006’an li Heftanînê dijî komploya li hemberî Rêber APO pêk hat, çalakiyek fedaî pêk anî.

Viyan Soran di nameya xwe ya ji bo Rêber Apo nivîsandibû de wiha gotibû:

“Komploya navnetewî li Îmralî û li ser gelê Kurd pêvajoyek nû û metirsîdar daye destpêkirin.

Dixwazin hewldanên Rêber Apo û gelê Kurd ên ji bo aştî û demokrasiyê vala derxînin.

Bi awayekî pir eşkere bang dikin ku em dest ji Rêber Apo berdin û teslîm bibin.

Dixwazin me fêrî jiyanek bêyî Rêber Apo, bêyî bîrdozî û bê îrade bikin.

Di PKK’ê de çalakiya herî mezin xwedî derketina li soza xwe ye”.

​​​​​​​ Necbîr Omer : Ş.Viyan Soran bi çalakiya xwe peyam da me hemûyan

Necîbe Omer ku Ş. Viyan Soran ji nêz ve nas dike û rêhevaltiya wê kiriye, têkildarî mijarê ji ajansa ANHA’ê re axivî û behsa kesayet û têkoşîna Vîyan Soran kir.

Necîbe Omer destnîşan kir ku Viyan Soran pêşenga Tevgera Azadiya Jinê bû û bi çalakiya xwe helwesteke dîrokî nîşan daye

Necîbeyê anî ziman ku Şehîd Viyan bi çalakiya xwe xwestiye civaka Başûr li hemberî komploya navanetewî hişyar bike.

Back to top button