Li Kerkûkê êrîşa li dijî baregeha DYE’ê kuştî û birîndarên Emerîkî hene

Li Kerkûkê duh êvarî li dijî baregeheke leşkerî ku hêzên Koalîsyona Navneteweyî û DYE’yê lê ne, bi muşekan êrîşek pêk hat. DYE’yê bi daxuyaniyeke rêxistina Hîzbûllah a Iraqê ku alîgirê Îranê ye weke berpirsyarê êrîşê nîşan da.

Koalîsyona Navdewletî ragihand ku di encama êrişa moşekan a li dijî baregeha leşkerî ya li Kerkûkê de karkerek wan jiyana xwe ji dest daye gelek leşker jî birîndar bûne.

Koalîsyonê diyarkir ku hêzên ewlekariya Iraqê derbarê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin.

Her wiha rayedarekî Emerîkayê ku çavdêriya li ser lêpirsînê dike ji ajansa AFP’ê re ragihand ku herî kêm 30 muşek avîtine baregeh û depoya cebilxane yê û di encam de gelek teqîn rûdaye.

Piştê bûyerê DYE’yê bi daxuyaniyeke rêxistina Hîzbûllah a Iraqê ku alîgirê Îranê ye sûcdar kir ku ji êrişê berpirsyar dît.

Hat gotin ku Wezîrê Parastinê yê Emerîkayê Mark Asper li serokwezîrê Iraqê yê îstîfakirî Adil Abdulmehdî geriyaye û metirsiya xwe ya der barê êrişê de aniye ziman.

Beriya niha DYA’ê ji hikûmeta Iraqê xwestibû ku ji bo rawestandina êrişên Îranê yên li ser baregehên wan tedbîrên pêwîst bigire.

 

Leave a Reply

Back to top button