Ekrem Hiso: Tirkiye dixwaze plana xwe ya dagirkirina Başûrê Kurdistanê mayînde bike

Endamê Desteya Rêveber a KNK’ê Ekrem Hiso diyar kir, ku dewleta Tirk ji bo guhertina demografîk pêk bîne, li Kerkûk, Diyala û Heftanînê, çeteyên bermahiyên DAIŞ û Nûsrayê bi cih dike.
Ekrem Hiso li dijî vê planê bang li hemû hêzên Kurdî kir ku yek helwest bin û nehêlin dewleta Tirk, Başûrê Kurdistanê jî bike weke Efrîn, Serê Kanî û Girê Spî.

Endamê Desteya Rêveber a KNK’ê Ekrem Hiso diyar kir dewleta Tirk bi şandina çeteyan bo Başûrê Kurdistanê, dupat dike ku li Heftanînê li dijî Gêrîlayan têk çûne.

Piştî Amerîka 20’ê Mijdarê, di encama zexta Tirkiyê de, Partiya Îslamî ya Tirkistanê ji lîsteya terorê derxist, dewleta Tirk a dagirker çeteyên Cebhet El-Nusra (berê) û Partiya Islamî ya Tirkistanê veguhestin herêmên Parastinê yên Medyayê yên li Başûrê Kurdistanê.

Endamê Desteya Rêveber a KNK’ê Ekrem Hiso ji Ajansa Nûçeyan ANHAyê re axivî û anî ziman ev gava dewleta Tirk têkçûna wê ya li Heftanînê dide diyarkirin, lewma dixwaze niha çeteyan bide şerkirin.

Hiso destnîşan kir ku divê dewleta Tirk baş bizane ku Herêmên Parastina Medyayê, ne Qerebax, Idlib û Lîbyayê ne, ji ber wê Gerîlayê azadiyê nehêlin dewleta Tirk bigîhêje armancên xwe.

Jixwe hebûna çeteyên Tirkiyê yên li van hersê herêmên navborî ji ti aliyî ve ne veşartî ye û derveyî Idliba Sûrî ku navenda çeteyên Enqereyê ye, 17 hezar li Lîbya û 2 hezar û 580 jî li Qerebaxê hene.

Endamê KNK’ê Ekrem Hiso diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya çeteyên Tirkmen dixwaze dagirkeriya xwe ya li Başûrê Kurdistanê mayînde bike.

Ekrem hiso: Divê hemû partiyên Kurd li dijî vê planê xwedî helwest bin

Endamê Desteya Rêveber a KNK’ê Ekrem Hiso da zanîn ku dewleta Tirk Çeçen, Uygur, Idlibî, Ozbek, Tacikî li ser axa Kurdan bi cih dike da ku guhertina demografîk pêk bîne. Ev polîtîka li Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê pêk tîne. Niha dixwaze li Başûrê Kurdistanê jî bi cih bîne.

Li dijî planên li ser Kurdan jî, Ekrem Hiso banga yek helwestê li partiyên Kurdî kir.

Back to top button