BBC NEWS: TIRKIYE WELATÊ KU HERÎ ZÊDE ROJNAMEVAN LÊ TÊN BINÇAVKIRIN

Duh 4 ‘ê gulanê roja Rojnamgeriya Azad a cîhanî bû.Der barê vê rojê de Ajansa BBC’î raporek weşand.
BBC di rapora xwe de diyar kir ku rêjeya kuştina rojnamegeran li cîhanê zêde bûye û Tirkiyê bûye welatê ku herî zêde rojnamevan lê tên binçavkrin.

Ajansa BBC’î bi boneya roja 4’ê gulanê, roja rojnamegeriya azad a cîhanî raporeke bi giştî der barê rewşa rojnamegeriya cîhanî belav kir.

BBC di rapora xwe de ev agahî da:

Di sala borî de rêjeya kuştina rojnamevanan zêde bû û 95 rojnamevan di dema li ser karê xwe bûn hatine kuştin.

Cihê herî xeter ji bo rojnamevanan welatê Avxanistanê ye.

Tirkiyê welatê herî zêde rojnamevan lê tên binçavkirin ku zêdetirî 68 rojnamevan hatin binçavkirin.

Her wiha raporê destnîşan kir ku li gelek welatan azadiya rojnamegeriyê kêm bûye mîna Netewên Yekbûyî, Çîn. Rûsiya û Venizwêlayê.

.

Leave a Reply

Back to top button