Li bajarê Heskê di bin dirûşmeya “Em ê bi rihê çanda Netewa Demorkatîk Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin û azadiya fêzîkî a Rêber Apo misoger bikin”, Yekemîn Festîvala Çanda Neteweya Demokratîk destpê kir
Desteya Çandê a Herêma Cizîrê, bi diruşma “Em ê bi rihê çanda Netewa Demorkatîk Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin” Festîvala Çanda Neteweya Demoratîk a yekemîn lidardixe.
Festîval li navçeya Til Birakê a bajarê Hesekê li dar dikeve û wê 2 rojan bidome.
Di roja yekemîn de Komên govend û stranan berhemên xwe pêşkêş kirin.
Her wiha Helbest hatin xwendin û şanoyek li ser şehadeta 29 Endamên Li dijî madeyên Narkotîkê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat pêşkêş kirin.
Pêşengehên pirtûk, xwarinên kurdewarîyên pêkhateyan,Hespên Resen û Deve hatin pêşkêş kirin.
Piştî deqeyek rêzgirtinê Hevseroka Meclisa Herêma Cizîrê a Rêveberiya Xweser Vîviyan Beho axivî û got:
Ruxmî rewş û pêvajoya ku herêm têre derbas dibe lidarxistina festîvalekî wiha girînge û gavekî dîrokî ye û wiha got;
“Çandên li Sûriyê û Mezopotamiya temenê wê 4 hezar sal zêdetir e.
Ev festîval wê balê bikşîne ser şaristaniya herêmê.
Rêveberiya xweser yek laş e, û dibe sedema eşkerekirina xezîneya dîrokî a hemû çand, ol û mezheban.”
Hevseroka Tev-Çand ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sumeya Mihemed ji televîzyona me re axivî.
Sumeya Mihemed diyar kir ku armanc ji festîvalê ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bînin cem hev û çandên hev nas bikin û got:
“Fikrê Rêber Apo hişt ku îro her pêkhate li vir kom bibin”.
Festîval di roja yekemîn de bi gerandina govendê bi dawî bû.