Kanada û Meksîka ji bo gelên xwecihî peyam hatin dayîn

Kanada û Meksîka ji bo lihevkirina bi ‘gelên xwecihî’ yên welatê xwe peyam dan.
Wezîrên Karê Derve ya her du welatan beriya civîna bi DYA’yê re li Meksîkoyê li hev civiyan.
Civîn wê roja Pêncşemê li Washîngtonê were lidarxistin û du rojan bidome.

Wezîra Karê Derve ya Kanadayê Melanîe Joly û Wezîrê Karê Derve yê Meksîkayê Marcelo Ebrard ji aliyekî amadekariya hevdîtina bi Amerîkayê re dikin û ji aliyê din jî li ser meseleyên ku têkiliya wan bi berjewendiyên hevpar ên her du welatan heye, hevdîtinek kirin.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karê Derve ya Meksîkayê mijara wan e sereke ‘Lihevkirina bi gelên xwecihî û diyalog’ e.

Her du welat li ser ‘sedemên bingehîn ên koçkirinê’ jî sekinîn.

Beriya niha hinek cenaze derketibûn holê û rastiya li Kanadayê bi awayekî berbiçav nîşan dabû.

Di meha Hezîranê de Dêra Katolîk a Kanadayê li pansiyoneke gelên xwecihî kolandinek kiribûn û 750 cenaze dîtibûn.

Beriya vê kolandinê bi qasî mehekê saziyeke din jî bermahiyên 215 zarokan dîtibûn.

Van goristanan miameleya xerab û sûîstîmala li ser zarokên gelên xwecihî dîsa anîbû rojevê.

Ji dawiya sedsala 19’an û heta 1990’an 150 hezar zarokên gelên xwecihî li van pansiyonan hatibûn bicihkirin.

Herî kêm 3200 zarok ji ber miameleya xerab û bêeleqedariyê jiyana xwe ji dest dabûn.

Back to top button