Jinên Ciwan li Kobanê li dijî tecrîdê derketin

Yekitîya Jinên Ciwan li Kobanê Tecrîda li ser Rêber APO bi meşekê şermezar kirin.
Ciwanan tekez kir ku heta tecrîd bi dawî nebe ew ê terka qadan nekin.

Bi dehan Ciwan û şênîyên Kobanê tevlî meşê bûn.

Li ser navê Yekîtîya Jinên Ciwan Şervîn Mislim axivî.

Şervîn Mislim Tecrîda li ser Rêber APO şermezar kir û got:

“Ji her alîyên cîhanê tê xwestin ku dengê xwe bikin.

Bertek û nerazîbûnên xwe li hember tecrîda giran nîşan bidin.

Pêwîste em bê deng nemînin.”

Meş bi sloganên ”Bijî Rêber APO ,Jin Jîyan Azadî Serbixe Azadî ” bi dawî bû.

“Rêber Apo rêya yekane ya çareseriya krîza Rojhilata Navîn e”

Back to top button