Israîlê êrişî Şamê kir

Duh bi şev Israîlê jî êrişî Hêzên Hikûmeta Şamê kir û leşkerek birîndar bû.

Ajansa SANA ya Hikûmeta Şamê ragihand ku Israîlê bi rengekî esmanî êrişî hin nuqteyên leşkerî yên li başûrrojavayê Şamê kir.

Li gor wê, di encamê de, leşkerekî bi giranî birîndar bû û ziyanên madî çêbûn.

Her wiha heman çavkaniyê got ku hêzên parastina esmanî yên hikûmeta Şamê bersiv daye êrişan û hin mûşek anîne xwarê.

Back to top button