Li Efxanistanê DAIŞ’ê kuştana 3 rojnamevanên jin girt ser xwe

Êvara 2’ê Adarê li Rojhilatê Efxanistanê 3 xebatkarên ragihandinê bi rengekî hovane hatin kuştin û çeteyên DAIŞ’ê kuştina jinên rojnemevan girt ser xwe.

Rayedarên Efxan diyar kir ku 4 jinên ku di televîzyona “Reflection” de dixebitin, dema vedigeriyan malê, rastî êrîşeke hovane hatin û di encamê de 3 jin hatin kuştin û ya 4an jî bi giranî birîndar bû.

Piştî bûyerê, li gorî malpera SITE, çeteyên DAIŞ’ê kuştina her 3 jinên rojnemevan girtiye ser xwe.

Her wiha çeteyên DAIŞ’ê di Kanûna sala borî de jî berpirsiyariya kuştina pêşkêşvan û çalakvan Malalî Mayund girt ser xwe.

Back to top button