Li Efrîna dagirkirî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şiyê çar sivîl revandin.
Ji bo guhartina demografiya Efrînê, dagirkeriya Tirk ê çeteyên wê kirayrên xwe yên hovane li dijî sivîlan didomînin.
Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ragihand ku 27’ê Tîrmehê, çeteyan çar sivîl ji gundê Tirmîşa yê navçeya Şiyê revandin.
Navên kesên revandî weha ne :
Ferîd Xelîl Sîdo (20)
Fewzî Nûrî Hesen (30)
Ismet Ehmed Xelîl (27)
Kemal Hesen Ehmed (28)
Rêxistinê dazanîn ku çeteyan ji bo standina fidyeyan ew her çar sivîl revandin.