Li Amerîka bîlançoya giran û çalakiyên li dijî tedbîran

Ev 3 roj in, Çîn ti rewşên vîrûsa Coronayê tomar nekirine. Lê li Amerîkaya ku rojane bîlançoyên mezin tên tomarkirin, çalakiyên li dijî şidandina tedbîran jî hene.

Vîrûsa corona belavûna li parzemînên cîhanê didomîne.

Tevî ku li hin deveran tedbîrên li dijî vîrûsê hatin sistkirin jî, lê bîlançoyên heyî metrisiyê radixin ber çavan.

Li Wîlaytea Colorado ya Amerîka jî li dijî şidandina tedbîran çalakî hat lidarxistin.

Beriya niha li wîlayetên din jî çalakiyên wiha hatin lidarxistin.

Hêzên ewlekariyê jî bi fermana Serok Dunald Trump li nêzî çalakiyên bicih bibûn.

Li nêzî cihê çalakiyê jinek nerazîbûnê nîşan dide û dibêje, kombûnên bi vî awayî wê rewşê xirabtir bikin.

Back to top button