Corona li Başûrê Kurdistanê dikeve kontrolê

Agahiyên derbarê vîrûsa corona ku ji Başûrê Kurdistanê tên, baş û bi hêvî xuya dikin. Ev sê roj in li Başûrê Kurdistanê, ti rewşên nû nehatine tomarkirin û li hin bajaran tevger ber bi asayîbûnê ve diçe. Li Îranê jî tevî ku hîn bîlanço giran e jî, qedexeya çûnûhatina di nava bajaran de hat rakirin.

Li beşên din ên Kurdistanê û welatên herêmê jî, li hin cihan vîrûs heta astekê hatiye kontrolkirin û li hin cihan jî tevî metirsiya vîrûsê tedbîr tên kêmkirin.

Li Başûrê Kurdistanê di nava 3 rojan de ti rewşên nû nehatin tomarkirin.

Ev jî nîşan dide ku li hemû bajarên Herêma Başûrê Kurdistanê êdî vîrûs tê kontrolkirin.

Li gorî wezareta Tenduristiyê bi giştî 337 kes bi vîrûsê ketine, 4 kesan jiyana xwe ji dest dane û 270 kes jî baş bûne. Her wiha 63 nexweş jî tên dermankirin.

Li Hewlêrê jî piştî girtina nêzî meh û 7 rojan, tevgera li nava riyan vegeriya weke berê.

Bang li welatiyên Şengalê hat kirin ku li gorî tedbîran tev bigerin

Desteya Rêveber a Şengalê ji welatiyan xwest ku tedbîrên li dijî vîrûsa corona hatine girtin sist nekin û li gorî biryarên di vê mijarê de hatine girtin tevbigerin.

Her wiha bang li saziyên tenduristîyê û asayîşa Êzidîxanê jî hat kirin ku ji bo pêkanîna van bîryaran bi berpirsyarî tevbigerin.

Li Iraqê tedbîr tên kêmkirin

Li Iraqê jî tedbîrên li dijî vîrûsê tên sistkirin.

Wê ji sibe ve qedexeya derketina derve ji saet 18 êvarê heta saet 6 sibehê be.

Roja în û şemiyê jî wê qedexeya giştî hebe.

Ev rewş wê heta mehekê bidome.

Li Îranê 91 kesên din jiyana xwe ji dest da

Li Îranê jî hîna bîlanço giran e.

Li gorî daxuyaniyên fermî yên desthilata Îranê di nava 24 saetên dawî de, 91 kesan jiyana xwe ji dest dane û jimara giştî bû 5 hezar û 209 kes.

Her wiha hezar û 294 kes jî nû bi vîrûsê ketine û jimara giştî bû 83 hezar û 505 kesan.

Tevî ku hîna vîrûs neketiye bin kontrolê jî û metirsî didome, îro li Îranê qedexeya hatinûçûna di navbera bajaran de hate rakirin.

Her wiha rê hate dayîn ku hinek cihên din ên kar û bazarê were vekirin.

Back to top button