Pitî 43 salan li Îranê xwepêşandanên herî mezin

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê piştî 43 salan xwepêşandanên herî berfireh li welat pêk tên.
Di xwepêşandanên jin serkêşiya wê dikin de, deshilata Îranê tengav bûye.
Doh di roja 3. a “Greva Giştî” de li welat hebû.
Tevî vê ji Urmiye heta Tehranê xwepêşandan û çalakî jî pêk hatin.
Her wiha heta niha herî kêm 475 kes di xwepêşandanan de hatine kuştin.

Deshilata Îran ji ber polîtîkayên xwe di nava tengaviyê de ye.

Ji salên 1979’an ve xwepêşandanên herî girseyî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê pêk tên.

Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî”

Xwepêşandan û çalakiyên Serhildana ‘Jina, Jiyan, Azadî’ yên gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê gefên deshilata welat nas nakin.

Li gel xwepêşandan û çalakiyan li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji bo nerazîbûna li dijî kuştin, girtin, tundî û gulebaranên raste raste yên hêzên Îranê doh di roja 3’an de “Greva Gişî” pêk hat.

Grev di roja 3. de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dewam bû

Duh li bajarên weke Urmiye, Mihabad, Bokan, Şîno di nav de li dehan bajar û bajarokên din ên Rojhilatê Kurdistanê Greva Giştî dewam bû.

Di rêjeyek berbiçav de dukandaran dukan û bazarên xwe girtin û boykota li dibistanan jî dewam bû.

Li bajarê Qirwe meşek bê deng hat li darxistin û di danê êvarî de li bajarê Seqîz, Merîwan û Sine ciwanan agir pêxistin û rê li trafîkê girtin.

Li bajarê Sine di xwepêşandanê de hêzên dewletê êrişî xwepêşandanan kirin û di encama gulebarana hêzên dewleta Îranê de ciwanek bi navê Humen Ebdulah hat qetilkirin.

Li ser asta Îranê jî li bajarên Belucistanê, zanîngeh û hinek bazarên Tehran, Esfehan, Qezwîn, Buşehr, Kerec, Lahîcan û Şîrazê bi mebesta berdewamkirina Greva Giştî ne hatin vekirin.

Duh bi şev li herêmên Îranê welatî bi awayekî girseyî daketin kolanan û meş û çalakî li darxistin.

“475 Kes di xwepêşandanan de hatine kuştin”

Her wiha ji 16’ê Îlonê heta niha, herî kêm 458 kes di xwepêşandanan de hatine kuştin.

Ji vane 29 jin û 63 zarokin.

Li gorî heman bîlançoyan li parêzgehên Urmiye, Sine, Kirmanşan û Îlam 133 kes hatine kuştin.

Di vê çarçoveyê de, yekemîn cezayê darvekirina ji bo xwepêşandêran hatî dayîn pêk hat.

Tê gotin bêtirî 18 hezar kes jî hatine binçavkirin.

Kovara Time bo jinên li Îranê: Lehengên salê

Di vê navberê de, Kovara Time di dawiya sala 2022’an de ku yek ji kovarên herî binav û deng yên li cîhanê ye, navê “Lehengên Salê” da jinên li Îranî.

Back to top button