Amerîka: Em li Bakurê Sûrî ti oparasyonekê naxwazin

Rêveberiya Amerîka careke din nerazîbûna xwe ya li dijî êrişeke dewleta Tirk li ser bakurê Sûriyê nîşan da û got:
Em li bakurê Sûriyê oparasyonekê naxwazin.

Rejîma faşîst ya dewleta Tirk ku Recep Tayyip Erdogan serokatiya wê dike di tengaviyê de ye.

Lê tevî vê rejîma Tirkiyê di qirkirina gelê kurd de bi israr e.

Dewleta Tirk ya saeta despêka 20’ê Mijdarê dest bi êrişa dagirkeriyê kirî, bi balafirên şer li herêmê komkujî pêk anî.

Her ku hêviyên Tirkiyê ya di meha Kanûnê de dest bi êrişeke bejahî ya dagirkeriyê xurtir dibe, ji Amerîka jî peyamek zelaltir derdikeve.

Rêveberê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkayê John Kirby got:

“Em operasyonekê naxwazin.”

Kirby li Koşka Spî ji rojnamevanan re axivî û ev tişt anî ziman:

“Em ti operasyonên leşkerî li bakurê Sûriyê naxwazin ku sivîlan ji rewşa niha bixe metirsiyeke mezintir.

Û taybet jî leşker û karmendên me li Sûriyê, yan jî erkê me yê li dijî DAIŞ’ê bikeve metirsiyê.”

Amerîka: Em bawer nakin êriş rêya baştirîn e

Kirby careke din dirûtiya xwe nîşanda dan û qala mafê xweparastinê yê Tirkiyê kir û ev tişt anî ziman:

Amerîka mafê Tirkiyê yê xweparastinê nas dike.

Lê em nafikirin ku operasyonên leşkerî yên li Bakurê Sûriyeyê rêya herî baş e ji bo rakirina vê metirsiyê ye.”

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê yên di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de, xebatekî bê hempa dike, ji hêzên koalîsyê xwestibûn ku li dijî van êrişan helwesta xwe tundtir bikin.

Back to top button