HPG: Tevî êrişên kîmyewî jî berxwedana gerîla dewam dike

Di vê navberê de, Navenda Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku hêzên wan tevî êrişên bi çekên kîmyewî jî berxwedana xwe dewam dikin.
Li gorî navendê berxwedana herî bihêz jî li devera Werxelê ya herêma Avaşînê tê meşandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî encama şer êrişên 24 saetên dawî agahî bi raya giştî re parve kirin.

Li gorî vê;

Êvara 28’ê Îlonê, artêşa dagirker li herêma Werxelê bi çekên kîmyewî êrişên dijwar pêk anîn.

Li gel vê yekê jî artêşa qirker a ti sînoran nasnake, nekar li hemberî berxwedana gerîlla pêşde biçe.

Heman rojê li devera Goşîne a girêdayî herêma Xakurkê, artêşa Tirk bi balafiran Girê Roste bombardiman kir.

Dîsa 28’ê Îlonê qada Kafya a girêdayî Garê ji aliyê balafiran ve hate bombardimankirin.

Li herêma Zapê jî artêşa Tirk bi balafir û helîkopteran deverên Sîda, Tîpa T û Girê Şehîd Sîmko bombardiman kir.

Devera Girê Şehîd Întîkam a girêdayî Avaşîn jî bû hedefa êrişa helîkopterên şer.

Back to top button