TJA: Divê her der bibe qada 1’ê gulanê

Sibe 1’ê Gulanê, roja kedkaran a cîhanî ye. Di vê çarçoveyê de jî, Tevgera Jinên Azad (TJA) û Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) daxuanî dan.

Di daxuyaniyan de banga xwedîderketina li keda jinê hat kirin û hat gotin ku ji bo jiyaneke azad û mirovî, divê her de bibe, qada 1’ê Gulanê.

Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo 1’ê Gulanê Roja karkeran a cîhanî, daxuyanî da.

TJA’yê bal kişand ser rewşa karkeran di serdema vîrûsa corona de û wiha got:

Hêzên desthilatdar vîrûs ji xwe re veguhertine fersendê û xespa li dijî karkerên global kûr dikin.

“Di sîstema kapîtalîst emperyalîst de di qadên aborî, siyasî, çandî, jiyanî de yên ku herî zêde bi êrîşan rû bi rû hatine hiştin jin in.

Newekheviya ku li her qadê daye der bi vîrûsê re bi taybet li ser jinên kedkar bandoreke mezin daye avakirin.

Di bin şertên dijwar û di warê tenduristiyê de ne ewle mecbûr mane ku bixebitin.

TJA’yê bal kişand ser dizîna keda jinê û wiha got:

Mayina li malê dibe sedema zêdebûna mêtingeriya kedê.

Xespa mafên jinê di serdema destilata faşîst a AKP-MHP’ê de zêdetir bûye.

Dizê kedê AKP-MHP her sal dibe sedema mirina bi hezaran kesî.”

Di dawiyê de hat gotin ku divê ji bo civakeke azad û jiyaneke mirovî, divê her cih bibe qada 1’ê Gulanê.

TJK-E: 1’ê gulanê hêza berxwedanêya gelan bi pêşengiya jinan e

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) jî bi heman aramanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de 1’ê Gulanê li jinan ku afirînerên herî mezin ên kedê ne û li kedkaran hemûyan hat pîrozkirin û wiha hat gotin:

“Keda jinên kedkarên malê ji nedîtî ve tê, weke ‘kedê’ nayê dîtin.

Keda dayikê biçûk tê dîtin ku nirxê wê bi ti rengî nayê pîvandin.

Yek ji nirxên herî girîng ên 1’ê Gulanê Cejna Karkeran ew e ku keda jinê berbiçav kiriye.

1’ê Gulanê roja afirandina yekîtiya kedê ya cîhanê û hêza berxwedanê ya gelan a bi pêşengiya jinê ye.

Divê em xwedî li keda xwe derkevin.”

Back to top button