Gerîla TV dîmenê çalakiyên sekvaniyê yên li Girê Amedî weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiyên sekvaniyê weşand ku 9’ê Tebaxê di çarçoveya operasyona şoreşgerî de hatin kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên sekvaniyê ev agahî dabû:

“Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl; 9’ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dagirkerekî ku çeka bîksî bi kar dianî, bi rêbaza sekvaniyê hate cezakirin.

Dagirkerên mayî jî ji tirsa reviyan, lê ew jî bûn hedefa sekvanan. Di encamê de 3 dagirkerên din jî hatin cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

9’ê tebaxê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin û 2 dagirker hatin cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Di heman rojê de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dîsa dagirkerekî dinê bi sekvaniyê hate cezakirin.”

Back to top button