Hêzên Hikumeta Şamê Cebel El-Zawiyê topbaran kir, di encamê de sivîlek û çeteyek hat kuştin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hikumeta Şamê gundê Eyn Laroz û Mozera li Cebel El-Zawiyê bi mûşekan toparan kirin.
Di encamê de sivîlek hat kuştin û hin kes jî birîndar bûn.
Hêzên hikûmeta Şamê herêma Dêr-ekrad, Aliye, kefrîdîn, Xuder, Berze û girên Kebanê yên Cebel Turkmen li bakurê Laziqiyê topbaran kirin.
Hêzên hikûmetê 2 kes ji bajarokê Celîn ê Derayê li Şamê bin çav kirin
Ji aliyê din nakokiyên di navbera şêniyên Derayê û hikûmeta Şamê de dewam dikin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hêzên hikûmetê li ser rêbendeke xwe 2 kes ji bajarokê Celîn ê Derayê bê sedem li Şamê bin çav kirin.