Di çarçoveya ‘lêpirsîna Kobanê’ de ceza dan Gultan Kişanak

Li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê operasyona qirkirina siyasî didome.

Desthiladariya AKP-MHP’ê di çarçoveya “lêpirsîna Kobaniyê” de biryara girtina siyastmedar Gultan Kişanak da û ji bo Parlementera HDP’ê ya berê Gulser Yildirim jî cezayê hepsa malê da.

Wek tê zanîn Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak û Parlementera HDP’ê ya berê Gulser Yildirim, niha bi dosyayên cûda di gîrtîgehê de ne.

Kişanak û Yildirim di çarçoveya “lêpirsîna Kobaniyê” de li Girtîgeha Kandirayê ya Jimare 1 a Tîpa F’yê bi îfade dan.

Piştî parastina Kişanak û Yildirimê û parêzerên wan, dadgeriyê der barê Kişanakê de biryara girtinê derbarê Yildirim dejî cezayê hepsa malê da.

Ne tenê Kişanak û Yildirim 17 siyasetmedarên kurd ên din jî ji ber serhildanên kobanê yên 2014’an tên darizandin.

Her wiha heman rojê li bajarê Mêrsînê endamê Meclîsa Şaredariya HDP’ê ya Akdenizê Salih Akbaş jî di nav de 6 kes hatin binçav kirin.

Back to top button